Heman Hussein Yaseen,Emrah Akbulak,Bekir Aydoğan
12 Mijdar 2022•Rojanekirin: 17 Mijdar 2022
Yasîn Enwer Kureciyê hosteyê dîwaran hê jî hostetiya dîwarên kerpîç ku 50 sal berê ji bavê xwe fêr bûye, didomîne.
Hosteyê kerpîçan Yasîn Enwer Kureciyê li Pîrdawida gundê Şemamika nehiyeya Hewlêrê dijî, ji serê biharê heya payîza dereng bi çêkirina kerpîçan debara xwe dike.

Kurecî bi destê xwe kerpîçan dibire û bi taybetî xaniyên di terzê gundan da lê dike.
Hosteyê kerpîçan Yasîn Enwer Kurecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di salên 1970yî da li ber destê bavê xwe dest bi vî karî kiriye û got ku ez ê heta ji destê min were vî karî bikim.

Kurecî destnîşan kir ji bo kerpîçan çêkin xwelî û kayê li hev dixin û dikin herî û di qaliban da kerpîçan dibirin û got di pey ra em kerpîçan li ber tavê hişk dikin.
Yasîn Enwer Kurecî diyar kir ji ber ku êdî hewa hênîk dibe kêm kerpîçan çêdikin û wiha axivî, "Em rojê 600 û 650 kerpîçî dibirin. Hezar kerpîç bi 450 hezar dînarê Iraqê ye (nêzikî 6 hezar TL), lê ji ber daxwaza kesên dikirin me daxistiye 350 hezarî."

Kurecî destnîşan kir xaniyên bi kerpîçan tên çêkirin havînê hênîk û zivistanê germ in.