PATNA
Li rojhilatê Hindistanê li dibistaneke seretayî zarokan xwarin xwar û piştre nexweş ketin. Hat ragihandin ku ji zarokên nexweşketî 20 kes mirin.
Destûrmendê eyaleta Biharê Abhîjît Sînha da zanîn ku herî kêm 20 xwendekar mirine û 27 xwendekar û tevî nanpêjê dibistanê jî li nexweşxaneyeke Patnayê tedawiyê dibînin. Her wiha daxuyand ku rewşa 10 xwendekarên di bin tedawiyê de ne jî di xetereyê de ye.
Sînha got ku li herêma Masrakha ku 80 km dûrî Patnayê ye di dibistanekê de zarokên ku emrê wan di navbera 8 û 11 salî de ne, piştî xwarinê aciz bûne. Ji ber vê yekê xwendekar rakirine nexweşxaneyê.
Wezîrê Perwerdeyê yê Eyaletê P.K. Sahî got ku xwarin li aşxaneya dibistanê hatiye çêkirin. Her wiha dûpat kir ku di lêgerînên ewil de di birinc û savarê de rastî fosforê hatine.
Li welêt di gelek dibistanan de ji bo zarokên feqîr xwarina nîvro tê dayîn. Li Hindistanê pirsgirêka tendurustiyê ya herî mezin kêmxwarin û şaşxwarin e.