Haydar Şahin
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
YENÎ DELHÎ
Li rojavayê Hindistanê ji ber lehiyên ku piştî musonê rabûn di hefteya dawîn da 48 kes mirin.
Rayedaran gotin ku ji ber lehiyê, li eyaleta Rajastanê 19, li eyaleta Gujaratê jî herî kêm 29 kes mirin.
Hat ragihandin ku li 4 herêmên Rajastana eyaleta tûrîstîk kuçe di binê avê da man, bi hezaran kes jî derketin ser xaniyan û li wan deran asê bûn.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku li welêt ji hezîranê vir va 83 kes ji ber musonê mirin. Li Hindistanê di îlonê da musonê disekine.