Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê li herêma Hîzamu Bexdayê di navbeyna hêzên artêşê û milîtanên DÎŞIyê de pevçûn derketin û di encama pevçûnan de kontrola Benat el-Hesen û Şêx Amîrê hatin bidestxistin û hin wesaîtên milîtanan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de li Diyalayê 50 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin û 30 gund ji destê DÎŞIyê hatin derxistin.
Hat diyarkirin ku li gundê Beşiriya er-Reşada li başûrê Kerkûkê di encama operasyonan de di baregeheke DÎŞIyê de 9 milîtan hatin kuştin û 15 milîtan jî birîndar bûn.
Piştî ku komên çekdar ên di serkêşiya DÎŞIyê de di serî de Mûsil û hin herêm dagir kirin, di navbeyna DÎŞI û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketin û didomin. Ev demek e koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê de êrîşên hewayî dibe ser kozikên DÎŞIyê.