Li hin deverên cuda yên Bexdayê êrîşên bombeyî qewimî û di êrîşan de bi tevahî 45 kes mirin û 125 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girt, li herêma Huseyniyeyê ku li bakurê Bexdayê ye, li sê deran bi wesaîtên bombebarkirî êrîş hat kirin û di êrîşan de 11 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa xwekujiyê ya ku li ser pireya di navbera herêma Kerîatê ku li bakurê bajarên Bexda û Kazimiyeyê qewimî de jî tevî çalakvan 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Di teqînên ku li taxên Beya, Er-Reşad û El-Betûlê bi sê wesaîtên bombebarkirî hat kirin de bi tevahî 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Ji hêla din ve hat diyar kirin ku li otoparkeke li rojhilata Bexdayê, li herêmên El-Mesbah û Ed-Dûrayê yên Bexdaya nû, li cedeya Es-Sihhayê bi wesaîtên bombebarkirî êrîş hat kirin. Di êrîşan de hejmara miriyan gihîşt 23 kesî û 63 kes jî birîndar bûn.