Haydar Şahin
16 Gulan 2020•Rojanekirin: 16 Gulan 2020
Li Duceyila navçeya Selahedîna wîlayeta Iraqê di êrîşa endamên DEAŞa rêxistina terorê da 2 kes hatin kuştin.
Mehdî Taqiyê endamê Komisyona Ewlekariya Meclisa Selahedînê daxuyanî da nûçagihanê AAyê û diyar kir ku endamên DEAŞa rêxistina terorê li Duceyilê êrîşî ciyê kontrolê kirin û di êrîşê da 2 esker hatin kuştin.
Taqî destnîşan kir ku terorîst piştî êrîşê bi lez ji herêmê revîn, operasyona dan destpêkirin da ku kiryaran bigrin.
DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê wîlayetên Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, di nav salan da ev herêman ji rêxistinê hatibûn xilaskirin. Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê bi ser ketin.
Herêm ji DEAŞê hat xilaskirin û 3 sal e bajar û bajarok hatin xilaskirin ligel vê rêxistin li der û dorê Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê êrîşên xwe didomîne.