BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê ji bajarê Mûsil, Selahedîn, Diyala û Kerkûkê 113 hezar û 316 malbatan koç kirin.
Arîkarê Serokê Giştî yê Heyva Sor a Iraqê Muhammed el-Hûzaî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku ji ber êrîşên çendîn komên çekdar ên di serkêşiya DÎŞIyê de li gor reqamên fermî yên dawîn ji bajarê Mûsil, Selahedîn, Diyala û Kerkûkê 113 hezar û 316 malbatan koçî bajarên li başûrê Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kirin.
Heyva Sor a Iraqê hefteyek berê daxuyandibû ku zêdetirî 340 malbatên Mesîhî yên ji Iraqê ji ber gefên DÎŞIyê ji Mûsilê koç kirin.