HEWLÊR
Lijneya CHPyê ya ku li Kerkûka Iraqê çû serdana Kampa Konbajarê ya Leylanê û bi serokên tirkmenan re hat bal hev, der barê serdanê de daxuyanî da AAyê.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Velî Agababa got ku ev lijneya herî qerebalix e ku ji Tirkiyeyê hat serdana Kerkûkê û wiha got: "Li Iraqê nasnameya tirkmenan tê tunekirin. Divê hemû dinya vê bibîne. Nêzî 3 milyon tirkmen li herêmên cuda ên Iraqê tên sirgûnkirin. Di serî de li Telaferê koçkirin heye."
Agababa destnîşan kir ku ji bo tirkmen vegerin malên xwe divê demildest DÎŞI were sekinandin.
- "Em rastî bajarekî kavil hatin"
Parlementerê Afyonkarahîsarê Ahmet Toptaş got ku cara ewil e têm Kerkûkê û wiha dewam kir: "Kerkûka ku paytexta çandê ya dinyayê ye li holê nemaye. Kerkûk ji hêla çavkaniyan ve dewlemend e, lê feqîr e. Em rastî bajarekî kavil hatin. Bi taybetî ji ber bûyerên dawîn Kerkûk wêran bûye."
- "Zarok bê sol bûn"
Toptaş destnîşan kir ku ji ber pevçûnan bi hezaran ıraqî xwe sipartine Kerkûkê û dorberê Kerkûkê û wiha axivî: "Ji ciyên cur bi cur ên Iraqê 150 hezar tirkmenî koç kiriye. Li kampa ku em çûnê 600 penaber hene. Di piyê zarokan de sol tunebûn. Piştî vê rewşê me hovitiya DÎŞIyê baştir fehm kir."
Toptaş got ku dijminahiya tirkmenan bi ereb û kurdan re tuneye û wiha dewam kir: "Tirkmen dixwazin bi hev re bijîn. Mafên wekhevî û welatiyê ya hevbeş dixwazin."
- "Di destê her kesî de çek heye"
Parlementerê Amasyayê Remzî Topal jî wiha axivî: "Dilê meriv diperite. DÎŞIyê hizûra tirkmenan û Iraqê û hemû Rojhilata Navîn xera kiriye. Divê demokrasî were vê herêmê û dewletên dinyayê hesas bin. Çawa li Kerbelayê qetlîam çêbû, tirkmen jî bi qetlîamê re rû bi rû ne."