BEXDA
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm der heqê îdiayên perçebûna Iraqê de got: "Ne mimkûn e ku Iraq perçe bibe û dewletên serbixwe jê peyda bibin. Ev cihêbûn ji bo 'dewlet', "dewletên biçûk' yan jî wîlayetan 'tevliheviyeke mezin e' û mesele ye jî."
Mesûm bi rojnameya eş-Şarqu'l Ewsata bi erebî derdikeve û navenda wê jî li Londonê ye re xeberda û axaftina Fermandarê Hêzên Bejayî yên DYAyê Raymond Odîerno ku gotibû 'Iraq dibe ku ji hev perçe bibe û ji bo vê yekê hêj zû ye lê belkî jî çareserî bi tenê ev e.' nirxand û wih got: "Ne mimkûn e ku Iraq perçe bibe û dewletên serbixwe jê peyda bibin. Ev cihêbûn ji bo 'dewlet', "dewletên biçûk' yan jî wîlayetan 'tevliheviyeke mezin e' û mesele ye jî. Ev nêrîna li gor teoriya Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden û rayedarên din derketiye holê û ne mimkun e ku li Iraqê dewletên şiî, sûnî û kurdan ên serbixwe derbikevin holê. Lê gelek nêrîn wisa nîşan didin ku bila li Iraqê wek Kurdistanê, dewlet û wîlayetên federe bên avakirin. Talûkeya DAEŞê ya ji bi Iraq û herêmê dewam dike. Êrîşên hewayî yên ku li dijî DAEŞê tên kirin bi kêr in lê ji bo bi tevahî paqijkirina wan hêzên me yên hewayî têr nakin. Ji bo vê talûke û gef a mezin lazim e ku hemû welatên derdorê li cem Iraqê bin.
Serokomarê Iraqê destnîşan kir ku rayedarên DYAyî girîngiyê didin yekîtiya axa Iraqê û wiha dewam kie: "Di makezagonê de derbas dibe lê Iraq di rastiyê de hê jî ne wek dewleteke federe ye."
Di çarçoveya biryarên reformê de Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî alîkarên serokomar ji wezifeyê dûr xist û gelo ev yek li dijî makezagonê ye yan na ev mesele jî ji Mesûm hat pirsîn û wî jî got: "Ew reformên ku Îbadî eşkere kir û parlementoyê jî erê kir bi dûrxistina alîkarên serokomar ên ji wezifeyê ve bi tevahî meşrûyet qezenc kir." bi vê gotina xwe ve jî wan îdiayên ku digotin serokomar ji meclisê hêvî kiriye bila alîkarekî wî di cihê xwe de bimîne, derewand.
Ji bo biryarên reformê yên ku ku Serokwezîr da jî Mesûm got: "Di vê meseleyê de ji min pirs nekirin. Min demildest piştgirî da van reforman. Ji bo ku em bikaribin ji rayedarên berê bipirsin ka çima bi ser neketin zêdetir ji me re reform lazim in. Bi saya piştgiriya ku ji Necefê (Sîstanî) hat ev reform zû qewimîn û ji bo sepandina wan jî divê dem bê eşkerekirin."