KERKUK
Di teqîna ku li Kerkuka Iraqê qewimî de li gor diyarkirinên ewil 11 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê hildan teqîn li ber mizgefta Qudûsê ya li taxa Ed-Dubbatê piştî ku welatî ji nimêja eydê derketin pêk hat.
Di bûyerê de li gor agahiyên ewil 11 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. Welatiyên ku birîndar bûn ji bo dermankirinê bi ambulansan birin nexweşxaneyê.