Haydar Karaalp
28 Sibat 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Li Bexdaya paytextê Iraqê komeke xwepêşandêran pêşnûmaya qanûnê ya hilbijartinê ya nû protesto kir.
Xwepêşandêrên ku nêzîkî Herêma Kesk ya ku Meclis lê ye kom bûn bertek nîşanî lîsteya veşartî û herêma hilbijartinê ya tekane dan û gotin divê pergala berê dewam bike.
Li gor xwepêşandêran qanûna hilbijartinê ya berê feydeyê dide partiyên siyasî yên desthilatdar, rê li ber tevgerên siyasî yên nû û serbixwe digire.
Li Meclisa Iraqê îro ji bo pêşnûmaya qanûnê ya hilbijartinê ya nû deng wê bên dayîn.
Parlamenterên serbixwe dijî pêşnûmayê ne, lê partiyên Şiî, Sunî, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgiriyê didin pêşnûmayê.
Serokê dînî û siyasî yê Şiiyan Muqteda es-Sedr û pêşengê dînî yê herî mezin Ayetullah Elî es-Sistanî naxwazin qanûna hilbijartinê ya berê dewam bike.
Pergala "daîreya hilbijartinê ya piralî" ya ku niha di rewacê da ye di hilbijatinên di 10ê Cotmeha 2021î da hatibû bikaranîn.