Nihat Kavşut
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
NEW YORK
Li Kalîforniyaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ji ber lehî û hezazê mirin derket 17an.
Li gor agahiyan li başûrê eyaletê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
Bill Brownê Şerîfê Herêma Santa Barbarayê daxuyanî da û destnîşan kir hejmara kesên mirin derket 17an û 28 kes jî birîndar bûn.
Brown diyar kir ji bona dîtina 13 kesên wenda jî xebat dewam dikin.