Önder Beyter
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê xwepêşandanên ku Tirkmenan 3 hefte berê bi îdiaya gumana wan ji hilbijartinên giştî heye va dest pê kirin, dewam dikin.
Li navenda Kerkûkê bi hezaran Tirkmenên ku li semtê Rêya Bexdayê kom bûn, diyar kirin ku ew ji xwesteka xwe ya ku divê pusûleyên dengan bi destan werin jimartin, nayên xwarê.
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşet Salihî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Di hilbijartinan da hîle hat kirin, lêbelê hikûmetê tu bertek nîşan neda. Loma ev sê hefte ne Tirkmen xwepêşandanên xwe didomînin."
Salihî bal kişand ku ew ê tu wextî ji wê daxwaza xwe neyên xwarê û ew ê hemû rêyên qanûnî û hiqûqî biceribîn da ku li seranserê Iraqê hemû pusûleyên dengan bi destan werin xwendin û wiha got, "Heger ji qanûndanîn, dadrês û birêvabirinê bersiveke erênî neyê dayîn, Tirkmen dê xwepêşandanên xwe li Bexdayê bidomînin."
Salihî destnîşan kir ku di pêvajoya avakirina hikûmetê da dibe ku rewşa Tirkmenan xirab bibe û wiha dewam kir:
"Em ji wê yekê ditirsin ku di pêvajoya avakirina hikûmetê da dibe ku hevpeymaneke Kurd-Şîe were damezirandin û dibe ku Kerkûk bibe mijara bazarên siyasî. Ji ber vê qasê Tirkmen divê xwepêşandanên xwe bidomînin. Ereb pişta me dikin, qismekî Kurdan jî piştgiriya me dikin."