22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
LONDON
Li nêzî Parlementoya Îngilistanê ji aliyê kesekî ve gule hatin berdan û li parlementoyê polêsek hat kêrkirin.
Polêsên îngilîz diyar kirin ku di êrîşa terorê ya li Londrayê de 5 kes mirin, yek jê polês 40 kes birîndar bûn û wiha gotin: "Li gor fikra me êrîş ji aliyê kesekî ve hat kirin. Êrîşkar hat berterefkirin."

Êrîşa duyemîn a di heman demê de hat kirin jî li hundirê parlementoya Îngilistanê bû, hat diyarkirin ku li hundirê parlementoyê êrîşkarekî polêsek kêr kir.