Haydar Şahin
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Hat ragihandin ku li Bamakoya paytextê Maliyê hejmara kesên di lehiya ji ber şiliyê rabû da mirin derkete 28an.
Li gor xeberên di medyaya herêmî da hatin weşandin li bajarê Bamakoyê ji roja pêncşemê vir da şilî dibare û li gelek herêman lehî rabû û avê da ser der û dorê.
Rayedaran diyar kirin ku hejmara kesên ji ber lehiyê an jî hêlanê mirin ji 15an derkete 28an.
Baranê zirar da gelek xanî û dikanan.
Li Maliya ku piraniya xaniyên lê bi kerpîçan hatine avakirin car caran ji ber barana gur meriv dimrin.