Türkan Tosun
17 Adar 2021•Rojanekirin: 17 Adar 2021
Li Marîba Yemenê di êrîşa Hûsiyan ya bi moşekan kirin da 2 sivîl hatin kuştin, 13 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan Hûsiyan moşekeke balîstîk avêtin Marîbê û ew li bazarê ket.
Di êrîşê da 2 sivîl hatin kuştin, 13 kes jî birîndar bûn ku hejmara miriyan dibe ku zêde be.
Hûsiyan di 11ê adarê da daxuyandibû ku ew xwedî moşekên balîstîk, wesayîtên bêmirov û mayinên behrê yên nû ne.
Li Yêmena ku ev demeke dirêj e îstiqrara siyasî tune, Hûsiyan ji îlona 2014an vir va paytexta Yêmenê Sana di serî da hin herêm kirine bin kontrola xwe. Hevpeymana di bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va li dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.