Türkan Tosun
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Li Guanajuatoya eyaleta Meksîkayê di navbera hêzên ewlehiyê û kesên çekdar da pevçûn derket, jê yek polês 10 kes hatin kuştin.
Rayedarên ewlehiyê agahî hildan ku li gundekî girêdayî bajarê Santa Rosa de Limayê ya li ser eyaleta Guanajuatoyê kesên çekdar hene.
Dema polêsên eyaletê, esker û hêzên Parastina Neteweyî çûn gund ji pîkaban gule li ser wan hatin berdan.
Hêzên ewlehiyê jî li ser vê gule berdan, lê polêsek hat kuştin.
Rayedaran daxuyand di vê pevçûnê da 5 êrîşkar hatin kuştin.
Hat gotin dema hin hêzên ku piştgiriyê bikin hatin herêmê êrîşkaran dîsa gule berdan û pevçûneke duyem derket.
Li gor agahiyan li der û dora bajarê Santa Rosa de Limayê 4 cesedên bi çekan va hatine kuştin hatin dîtin.
Li herêmê 10 tivingên suîqestê, 14 bombeyên destan û 30 molotofkokteyl hatin bidestxistin.