GÎZA
Li Gîzaya herêma girêdayî bajarê Qahireyê bi sedan kesên li dijî derbeyê ber êvarê bi dirûşmeyan ve meşiyan û çalakî li dar xistin.
Çalakvanan di çalakiya ku li Badraşîna bajaroka Gîzayê li dar xistin de bi dirûşmeyên li dijî "rejima leşkerî" ve xwestin ku rêveberî dev ji wezîfeyê berde.
Çalakvanên 20 salî yên ku heman tîşort li xwe kiribûn bi pergal meşiyan û tevgerên wan bala welatiyan kişandin. Li pêşiya komê xort meşiyan li pey wan jî kesên ku emrê wan di navbera 30 û 40 salî de meşiyan û li paşiyê jî jinên ku heman tîşort li xwe kiribûn meşiyan.
Çalakî bi mudaxeleya hêzên ewlekariyê ve pevçûn derket. Hêzên ewlekariyê çalakî belav kir, çalakvanan jî bi fîşengên hewayê ve êrîşî hêzên ewlekariyê kir.
Ev demeke dirêj e çalakvan ji ber astengiyan dev ji çalakiyên li kolan û rastan berdane û çalakiyên xwe di nav taxan de didomînin.
Wek mayîn hat ragihandin ku têkiliya çalakiyê û banga Eniyan Selefiyan ya "întifidaya" bi hev re tune.