QAHÎRE
Hat ragihandin ku li Misrê xwepêşandêran ji ber ku biryara berdana Mubarekê Serokomarê têkçûyî protesto kir, polêsan midaxaleyî xwepêşandêran kir û 2 kes mirin, 9 kes birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Misrê Husam Abdulgaffar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku polêsan bi xaza îsotê midaxaleyî xwepêşandêran kir û 2 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Piştî biryara berdana Mubarek, banga derketina kûçe û kolanan hat kirin û piştî vê bangê gelek kes li Qada Abdulmunîm Riyad civiyan. Hêzên ewlehiyê piştî ku dora qadê girt, xwepêşandêr belavî sikakan bûn.