QAHÎRE
Rêveberiya Misrê ji ber rewşa awarte derketina kolanan qedexe kir. Welatiyên Misrê ji ber vê sepandinê di saetên navbera 19.00-06.00 de nikarin derkevin kolanan. Lê rêveberiyê da zanîn ku êdî qedexe di navbera saetên 21.00 û 06.00an de ye.
Li gor daxûyaniya Rêveberiyê Misrê, ev sepandin ji bo roja înê derbas nabe. Lewra ji bo roja înê qedexeya berê dê bê sepandin, yanî welatî bi tenê roja îniyê piştî saet 19.00an nikarin li kolanan bigerin, lê rojên din heya 21.00an dê bikarîbin derkevin derva.
Li Misrê di 14ê tebaxê de ji bo 14 bajaran derketina kolanan di navbera saet 19.00 û 06.00an de hatibû qedexe kirin.