MOSKOWA
Li paytexta Moskowaya Rûsyayê navenda danûsitandinê ya dîrokî ya "GUM"ê ji bo mihrîcana kulîlkan bi 586 hezar kulîlkan hat xemilandin.
Xemilandina navendê bala tûrîst û kesên ku tên navenda danûsitandinê dikşîne. Sê qatên ewil ên navendê bi kulîlkan hatin xemilandin û di xemilandinê de 28 cure kulîlk hatin bikaranîn.
Navenda danûsitandinê di sala 1893yan de hatiye vekirin û ji bo Rûsyayê girîng e.