LAGOS
Di êrîşa bibombeyî ya ku li paytext Abûjaya Nîjeryayê hat kirin de hêjmara kesên mirin derket 12an.
Berdevkê Ajansa Rêvebirina Qeyranê (NEMA) Manzo Ezekîel daxuyanî da AAyê û diyar kir ku di encama teqîna bombeyên xistibûn wesaîtekê 12 kes mirin 19 kes jî giran birîndar bûn. Di êrîşê de 6 wesaît jî bi temamî şewitîn.
Kazim Ojomûyê li nêzî cihê bûyêr qewimî dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi teqînê qurîniyeke mezin derket. Dema ku em gihaştin cihê teqînê, me li her derê termên mirovan dîtin.
Bajarê Abûja ji bo mazûvaniya Forma Aboriyê ya Afrîkayê ya Dinyayê ku dê di 7-9 ê gulanê de bê kirin, xwe amade dike. Hikûmeta Nîjeryayê pêşiya bernameya ku dê serokwezîrê Çînê Lî Keqîang û gelek mêvan beşdar bibin, li paytext 6 hezar polêsî wezafedar dike.
Di êrîşa bibombeyî ya ku 14 nîsanê li Abûjayê hat lidarxistin de 75 kes miribûn û 134 kes jî birîndar bibûn. Rêxistina Boko Haramê êrîş girtibû stûyê xwe.