OSMANIYE
Li Osmaniyeyê mînîbusekê ji paş ve li qamyonê xist û li gor agahiyên ewil 7 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan mînîbusa bi plakeya 47 NF 790 ji Edeneyê ber bi Mêrdînê ve diçû li texma Kizlaçê ya Baxçeya navçeya Osmaniyeyê li ser rêya Tarsus-Adana-Gazîantepê (TAG) ji paş ve li qamyona bi plakeya 01 BHN 56 ku tijî sewze bû xist.
Di qezayê de ji 18 rêwiyên ku di mînîbusê de bûn 6 jin û mêrek li cihê bûyerê can dan û 3 jê xedar 10 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansên ku hatin cihê bûyerê ve sewqî nexweşxaneyên Gazîantep û Osmaniyeyê hatin kirin.
Hat hînbun ku rêwiyên di mînîbusê de bûn ji deweta ku li Edeneyê kiribûn vedigeriyan û bûk û zava jî di nav rêwiyan de bûn.