Nihat Kavşut
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
MULTAN
Li Pakistanê tankêreke neftê welgeriya û agir pê ket û ji ber bûyerê 148 kes mirin.
Li gor agahiyên rayedaran li texma bajarê Bahavalpurê tankêreke neftê ji kontrolê derdikeve û qeza dike.
Hat destnîşankirin ji gundên derdorê gelek kes ji bo nefta ji tankêrê dirije hildin tên ciyê bûyerê û di vê navberê da agir bi tankêrê dikeve.
Li gor daxuyaniya Rizwan Hasirê li ser serê ekîbên xilaskirinê 148 kes mirin û 76 kes jî birîndar bûn.
Hasir diyar kir rewşa gelek birîndaran giran e û dibe hejmara miriyan zêde bibe.
Li gor agahiyan di nav kesên mirî da jin û zarok jî hene.