Alaattin Doğru
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Li Parîsa paytextê Fransayê kesekî 70 salî bi çekê va êrîşê der û dorê kir, herî kêm 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya Le Parisienê, li ser Kolana Enghîenê ya li Herêma 10emîn kesekî bi çekê va gule berda der û dora xwe.
Di êrîşê da 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Ewlehiya Parîsê daxuyand ku kesek hat binçavkirin.
Hat gotin herêma ku êrîş çêbû hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiyê herêm vala kirin.
Ji bo çi êrîş hat kirin der barê vê mijarê da tu daxuyanî nehat dayîn.