Sedan kesên ku li ber kaniya li Fontaine des Innocenta li herêma Chateletê kom bûn, dijberiya îslamê û nijadperestiya ku piştî êrîşa Charlie hebdo û tiştên ku piştê wê qewimîn, zêde bû protesto kirin.
Gelek komên cuda beşdarî xwepêşandana protestoyê bûn û di destê kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn de pankartên ku li serê "Tevî Pêxemberê Min Nebe", "Ji Nijadperestî û Dijîtiya Îslamê re Na" dinivîsiya, hebûn.
Sabah El Hamidaya 20 salî ya ku beşdarî xwepêşandanê bû got ku ji bo ku li hember dijberiya îslamê dengê xwe bilind bike beşdarî xwepêşandanê bû.
El Hamidayê parast ku nijadperestî û îslamofobî ne li gor nirxên Komara Fransizan e û wisa difikire ku sînorê azadiya xweîfadekirinê jî heye.
El Hamidayê da zanîn ku ji daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande yên der barê îslamê de bawer nake û wiha axivî: "Hollande gotibû ku misilman jî wekî hemû welatiyên vê welatê xwediyê heman mafan e. Em li kolanan wekhev nînin, ev tenê gotineke polîtîk e."
El Hamidayê îfade kir ku ev daxuyanî ji bo misilmanên li Fransayê bê wate ne.
-Newêrin ku bibêjin "Nexêr, ez Charlie nînim"
Dalila Faysala 25 salî got "Mirov newêrin ku bibêjin 'Nexêr, ez Charlie nînim" û diyar kir ku Charlie Hebdo û êrîşên ku piştî wê qewimin tevgerên nijadperest û dijberê îslamê yên ku jixwe hebûn, zêde kirin.
Faysal der barê sedemê beşdarbûna vê xwepêşandanê de jî wiha axivî: "Li cîhaneke ku heqarata li ser Hz. Mihemed wekî azadiya xweîfadekirinê tê qebûlkirin, gotina 'Ez Charlie nînim' tê wateya methkirina terorê. Va ez li dijî vê durûtiyê me."
Michelê 32 salî yê ku bi alayeke sor rûyê xwe veşartibû jî qal kir ku ew li Fransayê çendî cara rastî nijadperestiyê hat. Michel got "Li vê welatê nijadperestî jî dijberiya îslamê jî qedexe ye. Lê belê qanûnên li ser qaxizan mirovan naparêzin."
-"Divê dînê min û pêxemberê min nekin lîstika van tiştên ku qewimîn"
Ehmed El Beninayê misrî jî got ku Fransa îslamiyetê nas nake. El Benîna destnîşan kir ku ev 37 sal in ku li Fransayê dijî û da zanîn ku ji ber heqaretên der barê Hz. Mihemed de xemgîn dibe.
El Benîna bal kişand ku dînê terorê tune û got ku Charlie hebdo haj pê tune ku kî xêz dike û wiha axivî:
"Pêxemberê me ew qas xweşbîn bû ku heke cîranê xwe yê cihû du rojan nedîta roja sêyem diçû û hal û wextê wî dipirsiya. Divê dînê min û pêxemberê min nekin lîstika van tiştên ku qewimîn."