Önder Beyter
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 10 Gulan 2019
Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur hikûmeta koalîsyonê ku serokê wê Serokwezîr û Serokê Giştî yê Partiya Tirk a Komarî (CTP) Tufan Erhurman e, îstifa kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Tirk a Qibrîsê (TAK), piştî îstifaya Wezîrê Darayiyê Serdar Denktaş û herwiha biryara Partiya Gel (HP) a hevbeşê koalîsyonê ku xwe ji hikûmetê da alî, Serokwezîr Erhurman îstifaya hikûmetê pêşkêşî Serokomar Mustafa Akinci kir.
Akinci îstifaya Erhurman pesend kir û jê xwest ku heya hikûmeta nû were damezirandin, peywira serokwezîriyê bidomîne.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat (DP) Serdar Denktaş ku di hikûmeta koalîsyonê ya ku serokê wê Tufan Erhurman bû da peywira wezîrtiya darayiyê bi cih dianî, duh ragihandibû ku wî dest ji wezîfeya xwe kişand.
Piştî îstifaya Denktaş, Serokê Giştî yê Partiya Gel, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva Kudret Ozersay jî ragihandibû ku HPyê jî biryar da û xwe ji hikûmetê da alî.
Serokwezîr û Serokê Giştî yê CTPyê Tufan Erhurman jî li ser geşedanan du daxuyanî dabû û destnîşan kiribû ku hikûmet dê îro îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar bike.
Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ji bo damezirandina hikûmetê, li Meclisa Komarê ku ji 50 kursiyî pêk tê, pêwîstî bi piştgiriya 26 parlamenteran heye.