- Hûn dixwazin ku bi Rûsyayê ve bên girêdan?
- Hûn dixwazin ku Destûra Bingehîn a Qirimê ya sala 1992yan dîsa derbasdar be û Qirim jî bibe perçeyek ji Ukraynayê?
Encama fermî ya referandûmê dê 17ê adarê de bê eşkerekirin.
Ji 23 welatan 135 kes dê referandûmê bişopîne û di referandûmê de jî milyonek û 200 hezar kes dê dengê xwe bide.
Tatarên Qirimê biryara boykotkirinê wergirtibûn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û gelek dewletên Ewrûpî jî eşkere kiribûn ku ev referandûm li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ji ber vê jî wê encama referandûmê nas nekin.