Hat ragihandin ku hêzên koalîsyonê yên di bin serkêşiya DYAyê de ji hewayê êrîşî refîneriya neftê ya "Kûnîko"yê ya li Deyrû'z Zora bajarê Sûriyeyê kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji şahidan bi dest xist, hêzên koalîsyonê di çarçoveya operasyona li ser DÎŞIyê de ji hewayê êrîş bir li ser refîneriya neft û gaza sirûştî ya "Kûnîko"yê ya li Deyrû'z Zora di bin kontrola DÎŞIyê de ya ku ji aliyê stratejîk ve girîng e.
Hat diyarkirin ku refîneriya Kûnîkoyê ev du meh bûn ku di destê milîtanên DÎŞIyê de bû û piraniya hewceyiya gaza sirûştî ya herêmê ji vir tê peydakirin.
Tu agahî nehat dayîn ka di êrîşê de tu kes miriye an na.