04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
HELEB
Li Sûriyê di êrîşên rejima Esed û hevkarên wê yên dijî rojhilatê Helebê da hejmara sivîlên ku mirin, derket 758an û herwiha ji 15ê mijdarê vir va muxalif mecbûr man û ji sedî 45ê herêma ku 45 kilomêtroqare ye vekişiyan.
Artêşa rejimê, Rûsya û milîsên şîe yên ku Îran piştevaniya wan dike, di van 19 rojên dawiyê da ji beja û asîmanan v êrîş dibin ser deverên li rojhilatê Helebê yên di destê muxalifan da.
Rûsya jî îdia dike ku beşdariya êrîşên asîmanî yên li Helebê nake.
Hêngî ku şerê navxweyî ji dawiya 2011an dest pê kiriye, êrîşên herî tund ên rejim û piştgirên wê niha tên kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji fermandarên Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) Muhammed Şêx hilda, mixalif duh mecbûr man û ji semtên Karam Tarrab, Cezmetî, Helwaniyye û qismekî semtê Tariq el Babê vekişiya.
Ji 15ê mijdarê ku êrîşên tundî dest pê kirin, û heta niha 20 kîlomêtreqare ji destê mixalifan derket. Mixalifan beriya van êrîşan 45 kîlomêtroqare kontrol dikir.
Rayedarê Midûriya Parastina Sivîl Babîrîs Mişal daxuyanî da nûçegihanê AAyê yê li Helebê û got ku hejmara sivîlên ku di bordûmana rejimê da hatin kuştin, ji duh bi şev pê va derket 758an.
Bi sedhezaran sivîl ên li rojhilatê bajêr di nav 25 kîlomêtroqereyî de asê mane. Bi hezaran sivîl jî ji bo ku xwe bigîhînin cihên biewlehî hewl didin.
Li gor daneyên tîmên parastina sivîlan ên ku nûçegihanê AAyê bidestxist, li rojhilatê Helebê ji 300 hezar kesî, 35 hezar kes ji ber pevçûnan derfet nedîtin ku herin cihekî. Ji ber vê ew li herêmên ketin destê rejimê û rêxistina terorê PYDê de man.
Li Sûriyeyê piştî Şamê, Heleb duyemîn bajarê mezin e. Navenda Helebê 40 kîlomêtro nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye. Rojavayê navenda Helebê ketiye destê rejimê, rojhilat jî di destê muxalifan de ye.
Rejimê rojhilatê Helebê dorpêç kiriye û bi sedhezaran sivîl tê de asê mane. Li gor daneyên Midûriyeta Tenduristiyê ya Wîlayetê gel 101 roja nikare xwarin û vexwarinê peyda bike. Di nav 3 hefteyên dawîn de jî hemû nexweşxane, navendên tenduristiyê, firin û dibistan ji ber êrîşên rejimê xirab bûn û êdî nikarin tiştekî bikin.