Önder Beyter
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Li bajarê Habarovskê yê Rûsyayê di kampeke zarokan da ji ber sedemeke nediyar şewat derket, 4 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Walîtiya Habarovskê, li bajêr di kampa zarokan "Holdomiyê" da şewat derket û 4 kes mirin.
Herwiha li kampê sedema derketina şewata ku tê da 10 kes jî birîndar bûn, hê nehatiye tesbîtkirin.
Hat diyarkirin ku ewlekariyê li ciyê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
- "Ev yek nayê qebûlkirin"
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di daxuyaniya xwe da telîmat da ku ew yek bê tesbîtkirin ka li herêma Habarovskê di çend kampan da di konan da pergala germkirinê tê emilandin û wiha got, "Ev yek nayê qebûlkirin."