Hat ragihandin ku hêzên Esed li Sûriyeyê li çend bajarên di destê mixalifan de ne operasyon kirin û di encama operasyonan de 3yê wan zar û 3yê wan jin, bi tevahî 48 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku hêzên Esed bi balafir, fuze û topên hewanê ve êrîşî herêmên di destê mixalifan de ne kirin. Di encama êrîşê de li der û dorên Şamê 17, li Helebê 11, li Dêrazor 8, li Humusê 5, li Îdlibê 4, li Derayê 2 û li Hamayê jî kesek bi tevahî 48 kes hatin kuştin.
Ji aliyê din ve SMARTa ajansa nûçeyan a mixalif diyar kir ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DIŞÎ) li Hanzerî û Rawayayên gundên Serêkaniyê ya navçeya bajarê Hesekeyê bi erebeyên bombebarkirî êrîş kirin û di dawiya êrîşê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku li herêmê tesîra DIŞÎyê zêde bûye û li bajarê Dêrazora li ser sînorê Iraqê bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re şer dike.
SANAya anajansa nûçeyan a fermî jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê li Heleb, Humus û Derayê operasyon kirin û di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin û çekên wan hatin îmhakirin.