Abdullah Tel
17 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
QUDIS
Îsraîlê destûra xebatê ya malbata filistîniyê ku tê îdiakirin êrîş li dar xist û bû sedema mirina du eskeran, betal kir.
Yoav Mordechaiyê kordînatoriya operasyonên Îsraîl yên li ser axa Filistînê dike daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji ber êrîşa wesayîta bombebarkirî ya bû sedema mirina du eskerên Îsraîlê destûra xebatê ya malbata êrîşkar hat betalkirin.
Rojnameya Yedîot Ahronotê jî di nûçeya xwe da ragihand ku birayê êrîşkar li Bartaya gundê Cenînê hatiye qefaltin.
Li nêzî taxa Mevo Dotana cihû lê dijîn ku li ser bajarê Cenîna Şerîeya Rojavayê di wextê derbasbûna karkeran da li dijî eskerên ewlehî pêk dianîn bi wesayîtê êrîş hat kirin û du esker mirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew Filistîniyê tê îdiakirin êrîş li dar xistiye hat binçavkirin.