Awad Rjoob,Ekrem Biçeroğlu
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2024
Li Tulkerîma bajarê Şerîaya Rojava Filistîniyek bi wesayita eskerî ya artêşa Îsraîlê hat kuştin.
Li gor nûçeya WAFAya ajansa xeberan ya Filistînê, li Tulkerîmê Filistîniyek ku motor diajot ji aliyê wesayiteke eskerî ya Îsraîlê va hat pelçiqandin.
Filistîniyê ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê mir.
Li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudsê ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va ji aliyê eskerên Îsraîlê va hatiye dagirkirin şer dewam dike, hejmara Filistîniyên li herêmê hatin kuştin gihişt 758an.