Hat ragihandin di mizgefta ku li bajarê Eslova ku dikeve başûrê Swêdê agir pê xistin de zirara madî çêbû.
Ekîbên agirkuiyê şewata ku di mizgefta girêdayî Komelaya Çandê ya Îslamî ya li bajarê Eslovê derket, vemirandin. Di şewatê de tu kes nemir û tu kes birîndar nebû lê di mizgeftê de zirara madî çêbû.
Hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin û şewat jî di encama agirpêxistinê de derket.
Dan zanîn ku li Eskîlstunaya bajarê Swêdê di 25ê kanûna paşîn de nîvro agir bi mizgeftek xistibûn û heman şevê camên mizgefteke din a çend metro dûrî mizgefta ku şewitandin jî şikandin.
Li gor lêkolîna Weqfa Expoyê ya ku li Swêdê der barê nijadperestî û dijminahiya biyaniyan de lêkolînan dike, îsal herî kêm 12 êrîş birin li ser mizgeftên li Swêdê.