STOCKHOLM
Li Goteborga bajarê Swêdê li herêma Hîsîngenê êrîşî xwaringehekê kirin. Di êrîşê de 2 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Polêsan daxuyand ku di êrîşê de du ciwanên ku temenê wan 20 û 25 salî mirin û 15 kesên ku birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku xwediyê xwaringehê tirkekî bi navê Osman Can e û di nav kesên ku birîndar bûn de jî 2 tirkên bi navê Kemal Erdogdu û Burak Erdal hene.
Li gor agahiyên şahidan 2 kesên rûyê wan nixumandî nîvê şevê êrîşî xwaringehê kirin û pişt re jî reviyan.
Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike û hewl tê dayîn ku êrîşkar bên dîtin.