HELEB
Yekîniya girêdayî Eniya Şamê ya muxalif li Heleba Sûriyeyê gund û bajarokên ku di destê hêzên Esed de bûn hildan û 195 leşkerên rejimê jî kuştin.
Berpirsyarê çapemeniyê yê Eniya Îslamê ya girêdayî Eniya Şamê Salih Anadanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Anadanî wiha got: "Hêzên rejimê yên ku ji kesên Hizbullah, Îran, Iraq, efxan û şiiyan pêk tê herêma Melahê ya ku bakurê Helebê, gundê Hrdeteniyenê û bajaroka Riytanê bi dest xistin. Piştî vê bidestxistinê pevçûnên giran dest pê kir. 195 leşkerên rejimê hatin kuştin û bi dehan leşker jî dîl hatin girtin. Rêvebiriya Şamê zirareke mezin dît."
Anadanî got ku piştî pevçûnan muxalifan Başkoy, bajaroka Reytanê û gundê Raşidînê cardin bi dest xist.