ÎSTANBÛL
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 4 jê dergûşên ku teze hatine dinyayê 9 zarokên din jî ji ber sermayê mirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hat tespîtkirin ku li herêma El-Meysera Helebê zarokek, li qempa penaberan a li Menbeçê 4 dergûşên ku teze bûne, li herêma El-Hûlaya Hûmûsê 2 zarok, li herêma El-Vairê zarokek û li herêma El-Harayê jî zarokek, bi tevahî 9 zarok ji ber sermayê qefilîn û mirin."
Duh jî li Heleb û Hûmûsê 2 zarok ji ber sermayê miribûn.