HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên artêşa Esed operasyon birin ser çend bajarên di destê mixalifan de ne û di encama operasyonan de 61 kes mirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku hêzên rejimê ji hewayê û beja êrîşî herêmên di destê mixalifan de ne kirin û di encama êrîşan de li Helebê 12, li dorberê Şamê 10, li Dêrazorê 8, li Reqayê 8, li Hemayê 5, li Hasekeyê 5, li Humusê 5, li Îdlibê 4, li Derayê 3 û li Quneytrayê kesek, bitevahî 61 kes hatin kuştin.
- "DÎŞIye li Dêrazora 20 kes darda kir"
Ji aliyê din ve endamê RMMSyê Omer el-Axrarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li bajarê Dêrazorê 20 kes da ber gula û kuşt.
Axrarî destnîşan kir ku li herêmê di navbera DÎŞIyê û eşîran de pevçûn derdikevin û DÎŞIyê li bajarê Reqayê gelek çek û cebilxaneya leşkerî bi dest xist.
Ji hêla din ve hêzên artêşa rejimê li bajarê Helebê bi bombeya warêlê ve êrîşî herêma leşkeriyê ya Qadiyê kirin û di êrîşê de erebeya ekîba AAyê jî zirar dît û camên wê yên pêşiyê şikestin.
Mustafa Saltunê kameramanê AAyê yê ku di erebeyê de bû wiha axivî: "Hêzên artêşê bi bombeya warêlê ve êrîşî herêma leşkeriyê ya Qadiyê kirin. Di dema êrîşê em jî bi erebeyê ve ji wir derbas dibûn. Parçeyeka bombeyê hat li cama erebeya me ket û cama me şikest.
Sutan destnîşan ku di erebeyê de zirareke piçûk çêbû û di ençama êrîşê de mirî an jî birîndar tunin.