Li gor daxuyaniya RMMSê hêzên rejimê ji hewa û bejayê êrîşî herêmên di destê mixalifan de ne kirin û di encama operasyonan de li Helebê 36, li Hamayê 13, li Îdlibê 8, li Hûmûsê 7, li berbajarê paytext Şamê 4, li Qûneytra û Deyru'z Zorê her yekî yek, bi tevahî 70 kes mirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Heleb, Dera, Hûmûs û Îdlibê operasyon li dar xistin. Di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin.