ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyê di operasyonên li giştiyê welêt yên ku ji hêla yekîneyên artêşê ve hatin kirin de, 17yê wan zarok, 4 jî jin bi tevahî 65 kes mirin.
Di daxuyaniya ku ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyê (SNHR) ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku hêzên rejîmê bi rêya bejayî û hewayî operasyonan li ser herêmên ku dijberên rejîmê li wir zehf in, dikin. Di van operasyonan de li Helebê 15, li Şamê 13, Li îdlîb û Derayê 9, Hama, Deyru'z Zor û Hesekeyê 6 û Rakkayê kesek, bi tevahî 65 kes mirin.
Komiteya Koordînasyona Heremî ya Sûriyê (LCC) jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku yekîneyên girêdayî hêzên Esed, bi moşek û topên hewanê êrîşî herêmên wek Duma, Berze, Haresta û Yermukê kirin.