Nihat Kavşut
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Li Morogoroya bajarê li rojhilatê Tanzanyayê tankêra neftê teqiya û 62 kes mirin.
Li Morogoroya 200 kîlomêtro dûrî Darusselama paytexta berê danê sibehê tankêreke neftê qeza kir û nefta di tankêrê da rijiya erdê.
Li gor agahiyan gelek kesên ku xwestin nefta rijiya erdê bikin bîdonan wexta li dora tankêrê kom bûbûn teqîn çêbû.
Li gor agahiyên TBCya saziya weşanê ya Tanzanyayê ku ji rayedarên polêsan hatine hildan ji ber teqînê 62 mirine û herî kêm 70 kesên birîndar bûne jî tên dermankirin.
Li gor nûçeyê hin kesên birîndar zehf şewitîne.
Li Nijerê jî meha Gulanê teqîneke bi vî rengî çêbûbû û 76 kes miribûn.