SELAHEDDÎN
Hat ragihandin ku li Tuzxûrmatûya nevçeya li ser Selaheddînê di encama teqîna otomobîlekî de 3 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku ji jêderên ewlekariyê hat wergirtin, li taxa El-Askerî ya navçeya Tuzxûrmatûyê ya ku 280 kîlomêtro li bakûrê Bexdayê ye bombeya ku danîbûn nêzîkê dikanekî teqiya û li gorî encamên ewil 3 kes mirin û tevî 13 kesên ku di navê de zarok jî hene birîndar bûn.
Tê destnîşankirin ku dibe hejmara miriyan zêde be.
Vê qasê hê jî tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Jê hêla din hat diyarkirin ku hêzên girêdayî artêşê tevî polêsan herêma Er-Rakke ya li rojavayê Samarrayê ji milîtanên DAEŞê paqij kirin.
DAEŞê li Rakkeya ku tenê 5 kîlomêtro dûrî Samarraya ku ji bo Şîayan pir muhîm e fealiyet dimeşand.