KÎEV
Serokê dewletê yê Ukraynayê Vîktor Yanukoviç li gel serekên opozîsyonê ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî civiya. Hat diyarkirin ku herdu aliyan li ser mijarên mîna “di navbera herdu aliyan de tesîskirina aşitiyê, dawî li xwînrêtinê anînê û li welêt avakirina îstiqrarê” li hev kirin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Dewletê de cî girt, hat gotin ku Yanukoviç li gel endamên koma xebatên peydakirina çareseriyekê ji bo krîza siyasî, hat bal. Di hevdîtinê de Serokê Parlementoya Ukraynayê Vladimir Ribak, Serokê Koma Xebatan Andrey Portnov, Wezîra Dadê Elena Lukaş û xeynî van kesan serekên opozîsyonê yên mîna Arseniy Yatsenyuk, Vitaliy Kliçko û Oleg Tyagnibok amade bûn.
Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin ku li ser mijarên mîna “di navbera herdu aliyan de tesîskirina aşitiyê, dawî li xwînrêtinê anînê û li welêt avakirina îstiqrarê” mutabaqat çêbûye.