BEYRÛT
Serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de got: "Serkeftina filistîniyan serkeftina me ye; hezîmeta wan hezîmeta me ye."
Nasrallah, li Beyrûta paytexta Lubnanê di çarçoveya çalakiyên "Di Dinyayê de roja Qudsê" de axivî û got: "Ez bawerim ku niha hin Serokên ereban li Netanyahû digerin û jê re dibêjin êrîşên xwe bidomîne. Bi wî awayî dixwazin berxwedanê têk bibin. Îsraîla ku bi artêşa xwe bawer nîne, ji bo têkbirina serhildana filîstînê bi qetilkirina zarok û jinan dest bi êrîşan kir."
Nasrallah got: "Tirsa min ew e ku piştî wêrankirina mizgeft û dêrên li Iraqê hewl bidin da ku Mescîd-î Aksaya li Qudsê jî wêran bikin." Nasrallah wiha dewam kir: "Li Iraqê Dewleta îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) mizgeft, dêr û tirban hedef digre, dibe ku Îsraîl jî Mescîd-î Aksayê hedef bigre."
Hasan Nasrallah, destnîşan kir ku hîzbûllah dê her tim piştgiriyê bide gel û serhilderên filistînî û wiha pê de çû: "Serkeftina filistîniyan serkeftina me ye; hezîmeta wan hezîmeta me ye... Li Xezeyê hedef tenê Hamas nîne, hemû komên berxwedêr hedef tên girtin. Heke her tişt di destê dinyaya Erep û Rojhilatê de bûya dê ferman bidana da ku qira hemûyan bînin."