XEZE
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê ya ku li Xezeyê bi awayekî fiîlî wazîfeya xwe didomîne, di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê ku bir ser bajarê Xan Yunusê de kesek mir û avahiyek jî hilweşiya.
Kudra diyar kir ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê bir ser îstasyona radyoya ku li herêmê weşanê dike de jî du rojnameger birîndar bûn. Di encama êrîşên Îsraîlê yên ku di 7ê tirmehê dest pêkir de heta niha 205 kes mirin û hezar 522 kes jî birîndar bûn.
Di nav kesên mirî de jê 39 zarok û 17 jî jin in.
Îsraîlê duh diyarkiribû ku wan êrîşên xwe yên li ser Xezeyê dane sekinandin lê piştî qederekî dîsa dest bi operasyonên leşkerî kirin.
Li Rojavayê Şerîayê di 12ê hezîranê de 3 xortên cihû winda bibûn û piştî 18 rojan cesedê wan hatibûn dîtin. Di 2yê tîrmehê de jî niştecihên cihû, xortê filistînî Mihemed Ebû Xûdayr revandibûn û saxesax şewitandibûn û kuştibûn. Piştî van bûyeran di 7ê tîrmehê de Îsraîlê li dijî Xezeyê bi navê "Xeta Parastinê" dest bi operasyonê kiribû.