Fatih Gazioğlu
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT / ANKARA
Li Sûriyeyê di êrîşên asîmanî û bejayî yên rejima Beşar Esed de li Xûtaya Rojhilata dorpêçkirî di nav de jin û zarok jî 58 kes hatin kuştin, 45 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li Xûtaya Rojhilat radigihînin, rejima Esed û alîgirên wê ji serê sibê pê va ji esman û bejayê ve êrîş birin ser Dûma, Haresta, Xamuriye, Mîsraba, Merc, Sebqe, Cisrîn, Kefer Betna, Eyn Terma û Şifoniyeyê herêmên li Xûtaya Rojhilat.
Li gorî çavkaniyên Parastina Sivîlan, di êrîşa asîmanî ya dijî bajaroka Xamuriyeyê da tevî jin û zarokan 20 sivîl hatin kuştin.
Li bajaroko Beyt Sawayê di êrîşên rejimê yên bibombeya warîlê ve hat kirin de 17 sivîl hatin kuştin, 45 sivîl jî birîndar bûn.
Li Sebqeyê di êrîşa ji bejayê va hat kirin de 14 sivîl hatin kuştin, li Cisrînê jî di êrîşa asîmanî da 4, li Kefer Batnayê 2 û li Zemelkayê jî di êrîşa bejayê da sivîlek hatin kuştin.
Birîndarên ku bi destê ekîbên Parastina Sivîlan hatin xilaskirin jî li navendên tenduristiyê tên dermankirin.
Ditirsin ku hejmara kuştiyan zêde bibe û herwiha êrîş jî bênavber dewam dikin.
Li Xûtaya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok qedera 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acîl, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.