SANA - MOSKOV - TAHRAN - ANKARA
Erebistana Siudî diyar kir ku ji hewayê operasyon bire ser milîtanên hûsiyan ên li Yêmenê. DYA û Misrê jî piştgirî da operasyonê û di êrîşan da 25 sivîl hatin kuştin.
Erebistana Siûdî û endamên Konseya Tevkariya Welatên Ereban a Kendavê li Yêmenê ji hewayê operasyon birin ser hûsiyan.
Hat ragihandin ku operasyonê da bombe di ser hin warên sivîlan da ketin, di teqînan da 25 sivîl hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.
Operasyonê do êvarê di saet 19.00î da dest pê kir
Balyozê Washingtonê yê Erebistana Siûdî Edîl el-Cubeyr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku operasyonê di saet 19.00î da (li gor saeta Tirkiyeyê 01.00) dest pê kir.
Cubeyr diyar kir ku hûsî her tim serî li rêya tundiyê dixin û wiha got: "Ji bo parastina gelê Yêmenê û hikûmeta meşrû çi hewce bike em ê gişkî bikin"
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku ji ber operasyona asîmanî ya ku li Yemenê li dijî Hûsiyan pêk hat ew ketin nava fikaran.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve de wiha hat gotin: "Ji ber rûdanên dawîn ên li KomaraYemenê ya dost ku em herwext bi deshelatî û yekpareya axa wê re ne, em di nava fikaran de ne."
Di daxuyaniya ku tê de hat destnîşankirin ku çareseriya krîzê tenê bi rêbaza diyalogê mimkûn e de wiha hat gotin: "Em pir gîrîng dibînin ku li Yemenê hemû alî û hêl dest ji çalakbûna leşkerî bikşînin û ji bo gihîştina armanca xwe hizra rêbaza çekdarî ji hişê xwe derxînin."
Li Yemenê rêxistina Hûsî Ensarûllahê duhê bajarê Lahîcê ya ku 60 kîlomêtro dûrî Adena ku lê rêveberiya demkî hatiye îlankirin, bi dest xistibû. Duh êvarê jî di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî de 10 welatên ereban li dijî Hûsiyan operasyona asîmanî dabûn destpêkirin. Hat ragihandin ku Emaretên Yekbûyî yên Ereb, Qatar, Bahreyn, Ûrdin, Sûdan, Quweyt, Misir û Mexrîb beşdarî operasyonê bûn.
Îranê operasyona li ser Yemenê şermezar kir
Îranê operasyona bi navê "Bahoza Biryardariyê" ya ku di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî de welatên ereban li dijî Hûsiyên Yemenê li dar xistin, şermezar kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Merziye Efhamê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Ev operasyon dê bibe sebeb ku li herêmê terorîzm bihêztir bibe û dê pirsgirêkê gilûgijtir bike. Xeynê vê di bibe sebeb ku derfêta çareserkirina kêşeyên navxweyî yên Yemenê yên bi rêbaza aştiyane têk biçin."
Daxuyaniyê wiha domand: "Li Yemenê mutabaqata ku di nava partî û komên siyasî de pêk hat divê were pratîzekirin. Divê operasyonên leşkerî û êrîşên asîmanî bên rawestandin."
"Dûxana şer dê biçe çavê Erbistanê"
Ji hêla din Serokê Komîsyona Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê Elaedîn Bûrûcerdî bertek nîşanê operasyonê da û wiha got: "Dûxana şer dê biçe çavê Erbistanê. Divê operasyona leşkerî were rawestandin."
Bûrûcerdî ji malpera nûçeyan a "majlesnews.ir"ê re xeberda û wiha got: "Teqez e ku encamên xetere yên vêxistina vî agirî wê hebin. Ji ber hesasiyetên herêmê dê alema Îslamê tûşî qeyraneke pir alî were."
THYyê seferên Yêmenê betal kirin
Rêhewayên Tirkan (THY) ji ber ku li Yêmenê sahaya hewayê girtiye seferên paytext Sanayê yên îro betal kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin sefera bi tarîfe yaTHYê ya li ser Sanayê ji br ku sahaya hewayê girtiye hat betalkirin.
Dan zanîn ku dê pişt re eşkere bikin ka dê sefer kengî dest pê bikin.