Li Ebyena bajarê Yêmenê di navbera artêşê û milîtanên El-Qaîdeyê de şer derket û di encama şer de 2yê wan leşker bi tevahî 12 kes mirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, li Mahfeda nevçeya Ebyenê milîtanên El-Qaîdeyê bi erebeyên bombebarkirî êrîşî baregehên leşkeran kirin. Li ser êrîşan, hêzên ewlekariyê bersiv dan êrîşkaran û di navbera wan de şer derket. Di encama şer de 2yê wan leşker bi tevahî 12 kes mirin.
Rêxistina El-Qaîdeyê hikûmeta Yêmenê û hêzên ewlekariyê wek "piştgirê Amerikayê" sûcdar dike û ji bo vê jî herî zêde êrîşî endamên artêşê, xebatkarên îstixbaratê û saziyên di destê hikûmetê de ne, dike.