MARÎB
Hat ragihandin ku li Ma'rîba Yêmenê di navbera saet 19.00 - 07.00an da derketina derva qedexe ye.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê rayedarên herêmî yên Ma'rîbê di navbera saet 19.00 - 07.00an da derketina derva qedexe kir.
Hat destnîşankirin ji ber ku li herêmê hin endamên Tevgera Ensarullahê hatin qefaltin, biryareke wiha hat hildan.
Ma'rîb li rojhilatê Yêmenê ye û ji bo çavkaniyên xaza sirûştî û neftê dereke muhim e.